Derîyê Zêtê yê navbera Herêma Kurdistan û Bakur sê rojan tê girtin
PeyamaKurd - Derîyê sînor yê Zêt-Derecîkê ku Rûbaroka Colemêrgê û Îdareya Serbixwe ya Soran a Herêma Kurdistanê bi hev ve girê dide, ji bo sê rojan li ber çûnûhatina geştyarî û bazirganî bi temamî tê girtin. Berpirsê deriyê sînor yê Zêtê Cewad Siwar Hamed di daxuyaniyekê ragihand ku sedema vê girtina demkî, xebatên çêkirin û nûkirina rê ya li aliyê Tirkiyeyê ye. Hamed destnîşan kir ku ji ber çêkirina jêrxaneya rê ya li wî alî dê teqandinên kontrolkirî werin kirin û ji bo parastina canê geştyar û bazirganan wan biryar daye ku ji bo sê rojan çûnûhatinê bi awayekî demkî bidin sekinandin.
Berpirsê dergehî derbarê dema jinûvevebûna sînor de destnîşan kir ku ji ber ku dawiya hefteyê li ser rê xebat nayên kirin, dergeh dê heta destpêka hefteya nû girtî bimîne û roja duşemê car din bikeve xizmeta welatiyan. Cewad Siwar Hamed hişyarî da rêwî û geştyaran ku dergeh ji sibê pê ve bi temamî tê girtin, lewma kesên ku pîlana wan a geştê heye tenê îro wextê wan heye ku sînor derbas bikin.