Dêrsim li palehiya Genimê Res vegeriya
PeyamaKurd – Li parêzgeha Dêrsimê ya bakurê Kurdistanê, piştî dehan salan yekem car Genimê Reş ê Kurdistan, bi şêwaza xwe ya sirûştî hat çandin û piştî gihîştinê, bi çalakiyeke paleyî ji alî hunermend, cotkar û gel ve hate çinîn.
Çalakiya ku li Gundê Kurkurikê yê navçeya Mêzgira Dêrsimê hate li darxistin de, genimê ku nêzîkî 30 salan e nehatibû çandin û ji nû ve hatibû çandin, bi palevaniya hunermend, cotkar û gel ve hate çinîn.
Genimê Reş ê Kurdistan ê kevnar ku yek ji genimên glûtena wî herî kêm e, ji bo azmûnkirinê îsal li 20 donim zeviyî hate çandin.
Ji vê projeya ku bi hevkariya hunermend, çalakvanên hawirê û cotkaran hate encamdan, armanc ew e ku li derveyê Dêrsimê jî çandiniya Genimê Reş ê kevnar bê destpêkirin.
Weke tê zanîn, ji ber ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, ji ber tovên fabrîkasyon ên Îsraîlê li ser cotkaran tê ferzkirin, tovên genimên sirûştî ji holê radibûn.
Yek ji armanca vê projeyê jî ew e ku ew tovên genimên kevnar ku ji alî glûten û gellek aliyên din ve tenduristin ji nû ve bêne çandin.
Metîn Kahraman: Em dixwazin tovên xwe geştir bikin
Yek ji hunermendên ku pêşengiya vê projeyê dikin jî hunermendê Kurd Metin Kahraman e.
Metîn Kemalê ku di çalakiyê de paleyî kir balê kêşa ser berbelavkirina wî tovê kevnar û diyar kir ku ew ê hewl bidin ku heman tiştî li bajarên din jî bikin.
Metin Kahraman diyar kir ku ev proje, projeya herî gring a 10 salên dawî ye ku li Dêrsimê hatiye destpêkirin û got:
“Dema mirov dibêje Dêrsim, tevgera çandiya srûştî tê bîra mirov. Ez ji destpêkê ve di nav vê projeyê de me. Me hewl da ku em vê projeya herî gring a 10 salên dawî temam bikin. Mêzgîr qadeke gring e û bax û baxçeyên wê zêde ne. Nêzîkî 4 sal in em vî karî dikin. Em di rewşeke baş de ne û em dixwazin tovên genimên xwe yên srûştî berbelav û geştir bikin.”
Hunermend, çalakvan û cotkarên ku di çalakiyê de palehiyê qedandin, piştre rahiştin amûrên mûzîkê û stranên gelêrî yên palehiyê strandin û govendê gerandin.