Kurdistan
Dest pêkirin û xazê dan deverên erdhejê
PeyamaKurd – BOTAŞ ê ragihand ku dest pêkirine û xazê dane navenda bajarên Entabê (Dîlok) û Maraşê. Wê sibê jî xazê bidin navenda Hatayê û navça Kirikhanê. Pazarcik, Narlı, Nurdaxi, İslahiye û Hassa jî ew deverin ku xazê dane wan.
BOTAŞ ragihandinê di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir. BOTAŞ bi AFAD ê re bi koordîne xebatên xwe dewam dike ji ber AFAD rewşa her jîngehê baştir dizane.