Desteya Tenduristiyê: Li Rojava testên 30 çirkeyan sibe dest pê dikin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronaya nû çend tedbîrên rewşa awarte û jimarên telefonan ên têkiliyê ragihand.
Desteya Tenduristiyê ragihand, eger guman bi kesekî hebe yan jî xelk rastî rewşeke ne ji rêzê werin, li jimarên destnîşankirî bigerin û wan agahdar bikin.
Herwiha hat ragihandin ku sibe 23yê Adarê testa “CID” a pişkinînkirina covid19 dest pê dike.
Hat diyarkirin ku ew testa ku doktorên Rojavayê Kurdistanê digel hevkariya peymangeha PEAS a Swêdî pêk anîne, wê ji roja Duşemê ve were destpêkirin ku ew test di 30 saniyeyan de vîrûsê dibîne.
Desteyê teqez kir ku heta niha ti rewş li Bakur û Rohilatê Sûrî, nehatiye tomarkirin.
Jimarên ji bo rewşên awarte:
0981137135
0998939754
0949356870
0949359179