TR KU SO
FB X
Kurdistan

Desteyên hilbijartinê yên PDK û YNKê dicivin

Admin H
Nivîskar
📅 18 gulan 2023 21:26

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe 19ê Gulanê roja Înê desteyên hilbijartinê yên PDK û YNKê dicivin û Seroka Parlamentoya Kurdistanê û cîgirê wê jî beşdarî wê civînê dibin.

Li gorî zanyariyan, sibe Înê desteyên hilbijartinê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi beşdariya Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û Cîgirê Seroka Parlamentoyê Hêmin Hewramî û serokên fraksiyonên PDK û YNKê dicivin.

Hat zanîn ku wê di civînê de mijara hilbijartinên Herêma Kurdistanê bên gotûbêjkirin ku niha amadekariya civîna parlamentoyê li ser mijara hilbijartinan tê kirin.

Parve bike: