TR KU SO
FB X
Kurdistan

Devlet Bahçelî sersaxî ji Leyla Zana re xwest

Admin H
Nivîskar
📅 31 tebax 2026 18:23

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Devlet Bahçeli bi rêya telefonê li ser koça dawî ya şaredarê berê yê Diyarbekirê û siyasetmedarê navder ê Kurd Mehdî Zana sersaxî ji Leyla Zana re xwestiye.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçeli, bi rêya telefonê pêwendî bi siyasetmedara Kurd Leyla Zana danî û ji bo koça dawî ya hevjînê wê Mehdî Zana sersaxî xwest.

Bahçeli di vê pêwendiya telefonî de ji ber wefata Mehdî Zana xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî ji bo Leyla Zana û malbata xwest.

Parve bike: