Dewleta Îranê Çoman û Sîdekana Herêma Kurdistanê topbaran dike
PeyamaKurd - Balafira bêfirokvan, gundekî li navçeya Simîlan a ser bi qezaya Çomanê ve bombebaran kir. Topxaneya Îranê jî navçeyên Sîdekanê dide ber topan.
Li gor Rêvebirê Nahiya Simîlan Şaxwan Husên ragihand, balafireke bêfirokvan xaniyekî gundê Dêge yê ser bi nahiya Simîlanê ve bombebaran kir.
Îro danê sibê pasdarên Îranê bi behaneya hebûna baregehên pêşmergeyên Rojhilatî, beşek ji gundên nêzîkî sînor yên dever Sîdekan ya Herêma Kurdistanê topbaran kirin.
Li ser êrîşan Rêvebirê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ragihand, topxaneya Îranê zozanên Berzîn û gundên Ketîne û Binperêz li sînorê nahiya Sîdekanê topbaran kirin, di encamê de jî agir bi zozanan ket.
Herwiha diyar kir, cihên ketine ber topbarana Îranê, cihê niştecihbûna cotkar û şivanan e. Herwiha heta niha jî topbaran li ser wan navçeyan berdewam dike.