Kurdistan
Dewriyeya 27an a Rûs-Tirk li Rojavayê Kurdistanê birêve çû
PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên artêşa Tirkiyê 27emîn dewriyeya hevbeş li gundewarên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê pêk anîn.
Di gera çavdêriyê ya Rûs-Tirk de, 4 zirpoşên Tirkiyê û 4 zirpoşên Rûsî beşdar bûn ku ev dewriyeya hevbeş a 27emîn e li herêmê tê kirin. Herwiha du helîkopterên rûsî jî çavdêriya dewriyeyê kirin.
Dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk piştî êrîşên Tirkiyê yên 9ê Cotmeha 2019an bi ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de, di çarçoveya rêkeftina Soçî ya Rûsya û Tirkiyê ya 22yê Cotmeha 2019an de hatibûn destpêkirin ku mebest dûrxistina ji sînoran a HSDê bû.