TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dewriyeya Rûs-Tirk hat protesto kirin: Ji helîkopterê av û gaz resandin

Admin H
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2020 00:08

PeyamaKurd – Dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê li gundên dorûbera bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bi keviran hat protesto kirin.

Di dewriyeya ku ji gundê Aşmê yê nêzî sînorê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir û ji 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk dihat, rastî protestoyên gundiyan hat.

Li protestokirin û avêtina kevir, helîkopterên Rûsî av û gaza rondikrêj bi ser xelkê de reşand daku wan dûrî dewriyeyê bikin.

Parve bike: