Kurdistan
Dezgeha Dijeterora Kurdistanê: Teqeyên xwesî û sahiyê nekin
PeyamaKurd – Dezgeha Dijeterora Kurdistanê, daxwaz ji welatiyan dike, di dema ragihandina encamên hilbijatinan de, teqeyên xweşî û şahiyê nekin, ji ber ku dibe sedema dirustkirina metirsiyê li ser jiyana welatiyan.
Dezgeha Dijeterora Kurdistanê, bi peyamekê daxwaz ji welatiyan kir, di dema ragihandina encamên hilbijatinan de, teqeyên xweşî û şahiyê nekin, ji bilî ku ew diyardeyeke ne şaristanî ye, di heman demê de dibe sedema dirustkirina metirsiyê li ser jiyana welatiyan.
Dijeterora Kurdistanê, herwiha daxwazê ji welatiyan dike, wek çawa di kampîna hilbijartinê de ew pabendî rêkaran bûn, bi heman awayî pabendî rêkarên ewlehiyê jî bibin û bi awayên şaristanî şahiyên xwe nîşan bidin.