TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di 11 ê gulanê de, li Kurdistanê mesaiya fermî destpêdike

Admin M
Nivîskar
📅 06 gulan 2020 04:57

PeyamaKurd- Hukumeta herêma Kurdistanê îro di civîna xwe de biryarê da ku di 11 ê gulanê de dest bi mesaiya fermî bêkirin. Li herêma Kurdistanê ji 14 ê adarê heya niha temamên dezge û daîreyên fermî bi sedema kovid-19 ê xebatê nakin.

Li gor ragihandina Rûdawê; piştî meha bê, wê maaşên memûran yên di dereca wan bilind, ji %30 heya %50 yê maaşên wan kêm bikin.

Di civîna îro ya hukumeta herêma Kurdistanê de, bi serpereştiya serokwezîr Mesrûr Barzanî û tevlîbûna Qubad Talabanî, li ser destpêkirina mesaiya Kurdistanê û heyeta Kurdistanê ya ku dê here Bexdayê bo hevdîtinên ku nîvco mabûn, hat axaftin.

Parve bike: