Di 8 wesayîtan de 122 koçberên biyanî hatin girtin
PeyamaKurd – Li navenda bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê û 4 navçeyên wê di nav 8 wesayîtan de 122 koçber hatin girtin.
Walîtiya Bedlîsê ragihandiye ku di navbera 6-22ê Sibata 2022yan de ji aliyê hêzên Fermandariya Cendermeyan a Bajêr ve li dijî qaçaxçîtiya koçberan operasyon hatine kirin.
Hat diyarkirin ku li xalên pişkinînê yên kontrola cendermeyan di nav 2 otobûs, barhilgirek, 2 minîbûs, 2 otomobîl û taksiyeke ticarî de 117 koçberên Afganî, 4 Pakistanî û 1 Burmayî bi giştî 122 koçber hatine girtin ku bi rêyên qeçax derbasî sînoran bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, cendermeyan dest danîne ser 3 pasaportên sexte û 14 belgeyên sexte û derbarê 11 kes û fîrmayên veguhestinê de jî bi tohmeta orgenîzekirina anîna koçberan organîze lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Koçberên hatine girtin piştî bidawîbûna karûbarên yasayî radestî Îdareya Koçê ya Bedlîsê hatine kirin.