TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di avahiya vala de 85 koçberên Afxanî hatin girtin

Admin M
Nivîskar
📅 05 adar 2022 23:00

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê tîmên cendirmeyan yên bi ser navça Gewaşê, avêtin ser avahiyekî vala û dîtin ku di avahiyê de 85 koçberên Afxanî yên di rêyên ne rewa de ketine bajarê Wanê û wan desteser kirin.

Li ser lêkolîn û lêpirsîna cendirmeyan du kesên bi navên R.A. û M.A. ne ji ber koçberan anîne bajarê Wanê û karê qaçax yên mirovan dikin, wan desteser kirin û dadgeh jî wan şand zîndanê.

Parve bike: