TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di derheqê serokê baroyê û 25 parêzeran de lêpirsîn destpêkir

Admin M
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2020 02:47

PeyamaKurd – Serdozgeriya bajarê Rihayê di derbarê serokê baroya parêzeran ya Rihayê Abdullah Öncel û 25 parêzeran de bi sedema “muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşa xwepêşandanê” kirine lêpirsîn daye destpêkrin.

Di 7 ê temmûzê de baroya Rihayê di qanûna sîstema hilbijartinan û qanûna parêzeran de guhertina ku hukumeta Tirkiyê xwest bike, bertek nîşan dabûn, civîna çapemeniyê kiribûn û tevgera rûniştinê kiribûn.

Di mijarê de serokê baroya bajarê Rihayê Abdullah Öncel, di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî belav kir û di peyama xwe de weha got:

“Bo şerefa karê parêzeriyê hevalên min yên ku li wê derê ne, darizandina min ya bi wan re bo min xelata şerefêye. Em ê herin û car din parastnameya xwe biparêzin.”

Parve bike: