Di erdheja Xarpêtê de ziyana canî çênebûye
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê yê bakurê Kurdistanê îro 27ê Kanûnê li saet 9:37ê sibehê erdhejeke bi pileya rixter 5.3yan çêbû. Hat zanîn ku piştî wê erdheja mezin, 14 erdhejên din ên piçûk jî li heman herêmê çêbûne.
Erdhejê bandora xwe li gelek bajarên din ên bakurê Kurdistanê yên wekî; Riha, Meletî, Batman, Mêrdîn û Diyarbekirê jî nîşan da ku ew bajar jî hejiyan.
Piştî erdhejê rayedar radigihînin ku heta niha ti tiştekî nexwestî ango ti ziyaneke mezin a erdhejê çênebûye. Tevî van daxuyaniyan jî dîmenên hilweşîn û derzên hin xaniyan hatine belavkirin. Lê belê derbarê ziyanên canî de ti agahdariyek ji herêma erdhejê nehatiye.
Parêzgarê Xarpêtê Erkaya Yirik jî daye xuyakirin ku xebatên kontrolkirinê li qadê berdewam dikin û heta niha ti ziyaneke erdhejê nehatiye tomarkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye serê sala 2020an 24ê Çile jî erdhejeke bi pileya 6.4 li Xarpêtê rû dabû û di encamê de ji xeynî wêranbûna hejmarek zêde xaniyan 41 kesan jî can dabû.