TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di êrîsa balafirên Tirkiyê de 7 leskerên Sûrî birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2019 02:41

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro di encama êrîşên balafirên Tirkiyê ya li gundewarê Serêkaniyê de ku hêzên artêşa Sûriyê li deverên sînorî bicih dibûn, 7 leşkerên Sûriyê birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên herêmê, di êrişa balafirên kefşê yên artêşa Tirkiye de, 7 leşkerên rejîma Sûriyê birîndar bûn ku rewşa hin birîndaran giran e.

Tê ragihandin ku li gundê Bab Xêr û Til Diyab ên girêdayî Serêkaniyê, şerekî giran berdewam dike.

Parve bike: