TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di êrîsa ser kolberan de pasdarekî Kurd hat kustin

Admin S
Nivîskar
📅 28 mijdar 2018 16:21

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di encama êrîşa pasdarên Îranê ya bi ser kolberên Kurd de, kolberekî bi navê Mehdî Emînî birîndar bû û pasdarekî Kurd jî bi guleya hevalên xwe hat kuştin.

Li gor ragihandina Dezgeha Mafên Mirovan Hengawê, doh 27ê Mijdarê pasdarên Îranê li zozana Biroşkanî ya bajarê Bane li Rojhilatê Kurdistanê, êrîş birin ser kolberan.

Hengawê ragihand ku di aloziyê de pasdarekî kurd yê Îranê ji aliyê hevalên xwe ve hatiye kuştin.

Çavkaniyên nêzî pasdaran jî dibêjin, pasdar ji aliyê kolberan ve hatiye kuştin.

Pasdarê Kurd Mistefa Ebdulmelikî yê hatiye kuştin, ji bajarê Qurwe yê Rojhilatê Kurdistanê bû.

Parve bike: