Kurdistan
Di girtîgeheke Efrînê de bi dehan jin hatin dîtin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di girtîgehên Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, bi dehan jin hatine dîtin ku îşkence li wan hatiye kirin.
Li gorî zanyariyên xwecihî, di girtîgehek koma çekdar El-Hemzat a navenda Efrînê de bi dehan jinên girtî hatin dîtin. Hat diyarkirin ku li hember wan jinan îşkenceyên tund hatine kiri.
Çavdêriya Mafê Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku di girtîgehê de bi dehan jinên girtî hatine dîtin ku 5 jin bi awayekî hovane û ne ehlaqî hatine îşkencekirin.
Herwiha Navnenda Belgekirina Binpêkirinan a li Bakurê Sûrî jî beriya niha diyar kiribû ku li Efrînê zêdetirî 90 jin di girtîgehên çekdaran de hatine girtin.