Kurdistan
Di karwana HSDê de bombe hat teqandin: 3 servanên jin…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karwaneke leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dema li bajarê Minbicê derbas dibû, bombeyeke çandî pê de hat teqandin.
Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, di teqînê 3 şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) birîndar bûn.
Herwiha hat zanîn ku bûyer dema derbasbûna wesayîteke YPJê li gundê Kalkal ê Minbicê rû daye û bombeya berê hatiye çandin, hatiye teqandin.