TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di mehekê de 53 Kurd bi tohmetên siyasî hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 02 tebax 2020 22:49

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tenê di nav meha Tîrmeha 2020an de, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 53 welatiyên Kurd bi hincetên siyasî hatine girtin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê di rapora xwe ya meha Tîrmehê de, ragihand ku bi kêmanî Komara Îslamî ya Îranê 53 hemwelatiyên kurd bi tometa çalakiyên siyasî, medenî, mezhebî û peywendîyên ligel hizbên siyasî yên Kurdustanî desteser kirine.

Hengawê daye xuyakirin, 47 kes bi tohmeta çalakiyên siyasî û peywendiya ligel hizbên siyasî yên kurd, ji ber dijbertiya hikûmetê 4 kes û 2 kes jî ji ber tohmetên çalakiyên mafê mirovan hatine girtin.

Parve bike: