TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di navbera hêzeka kurdî û Supaya Pasdaran de ser derket

📅 14 gulan 2019 15:02

PeyamaKurd - li deverên çiyayî yên bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzeka kurdî û çekdarên Supaya Pasdaran de şer derket.

Li gor agahiyên berdest Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê, roja yekşemê di navbera hêzeka kurdî û çekdarên Supaya Pasdaran de şerekî giran derketiye. Li gor agahiyên Hengawê, şer li nêzîkî gundê Nejderî yê ser bi devera Deştebêla Şinoyê de qewimiye.

Hat zanîn ku şer heta nîvro drêj kiriye û hêza Pasdaran neçar mane bi helîkopteran hêzên xwe bigehînine çiyayê Hacî Ebdula.

Ji aliyê din ve, heta niha hejmara kuştî û birîndarên wî şerî nehatiye zanîn û hêj tu hêzeke kurdî jî berpirsyariya vî şerî hilnegirtiye ser xwe.

Parve bike: