TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ser û pevçûn derket

Admin L
Nivîskar
📅 03 nîsan 2021 18:31

PeyamaKurd – Saziya çavdêriya mafên mirova li Sûriyê diyar kiriye, do li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûn derket.

Li gorî zanyariyan, di wî şerî ku nayê zanîn çima derketiye de, kuştî û birîndar hene.

Çekdarên girêdayî Tirkiyê gelek caran li hev didin û herî zêde jî li ser parvekirina mal û milkên Kurdan ên ku ji aliyê wan ve hatine dizîn, li hev didin.

Parve bike: