Kurdistan
Di pevçûna eqerebayan de jin û mêrekî hatin kustin
PeyamaKurd- Li bajarê Sêrtê li navçeya Misircê (Kurtalan) di navbera du malbatên ku mirovên hevbûn pevçûn derket û di encamê de du kesên jin û mêrên hev bi sîlih hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Sedema pevçûna navbera eqrebayan li ser arazî bû.
Di pevçûnê de T.U., jina wî P.U. û F.U. her sê birîndar bûn. Ji birîndaran T.U. û P.U. birin nexweşxane ya dewletê ya Misircê û F.U. birin nexweşxane ya Sêrtê ya Perwerdê û Lêkolînê. T.U. û jina wî li nexweşxana dewletê ya Misircê can dan. Nexweşê li Sêrtê halê wî baş e.
Tîmên cendirmeyan bo girtina kesên kujer an kujeran xebata xwe dewam dike.