TR KU SO
FB X
Kurdistan

'Di projeyasayê de ti guhertin li ser para budçeya Kurdistanê nehatiye kirin'

Admin H
Nivîskar
📅 28 adar 2021 15:00

PeyamaKurd - Seroka fraksiyêna PDKê li Parlamentoya Iraqê Vîyan Sebrî beriya ku îro projeyasaya budçeya 2021ê ya Iraqê biçe ber dengdanê got, ti guhertinek li ser rêkeftina beşa budçeya herêma Kurdistanê çênebûye.

Viyan Sebrî ji BasNewsê re daye xuyakirin, îro 28.03.2021ê demjimêr 15:00ê êvarê Parlamento ji bo dengdana li ser projeyasaya budçeya giştî ya Iraqê ya sala 2021ê dê bicive.

Viyan Sebrî li ser rêkeftina şanda hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên Iraqî ji bo derbaskirina projeyasayê û beşa budçeya herêma Kurdistanê ragihand, “Heta niha rêkeftin wekî xwe ye û ti astengiyek çênebûye. Em dixwazin bê destkarî wer kirin bê derbas kirin.”

Seroka fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê erkê şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bibîr xist û diyar kir, wê şande çavdêriya bicihanîna rêkeftinan û dengdana bi projeyasaya budçeyê bi beşa budçeya herêma Kurdistanê bike.

Hêjayî gotinê ye, şeva borî şanda hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo çavdêrîkirina proseya dengdana li ser projeyasaya budçeyê çû Bexdayê.

Parve bike: