TR KU SO
FB X
Kurdistan

Di qeza zincîre de 7 kes mirin û 9 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 11 mijdar 2023 01:31

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Ormiyê li ser rêya Mêgewerê, nêzî gundê Racanê ku ji Ormiyê 45 km dûre, 4 otomobîl li hev ketin. Di encamê de 7 kes mirin û 9 kes birîndar bûn.

Cîgirê rêvebirê trafîka Ormiyê Riza Penahî ragihand ku ji serê salê de, jimara qezayên trafîkê %20 zêde bûne û ji Newrozê heya niha 371 kes jiyana xwe ji dest dane.

Parve bike: