Di ser komkujiya 8 hezar Barzaniyan de 43 sal derbas bû
PeyamaKurd – Di ser komkujiya Barzaniyan de 43 sal derbas bû. Heya niha ji 8 hezar qurbaniyên Barzaniyan tenê cesedên 696 kesan dîtine.
Rejîma Baasiyan ya bi serpereştiya Saddam Huseyîn di sala 1983an de li ser Barzaniyan komkujiya 8 hezar kesan kiribû lê heya niha cenazên 696 gorîvanan teslîmê xwediyên wan kirine an ku hatine tesbît kirin û birine devera Barzan. Rejîma Baasê, ji bo komkujiya xwe ya ser Barzaniyan rewa nîşan bide, sûretê Enfal jî ji xwe re kiribû fetwa.
Li ser komkujiya Enfalan ya Barzaniyan, di salvegera wê de, li bajarê Erbîlê li navça Soranê merasimekî li dar xistin. Di merasimê de malabatên enfalkiriyan, rayedarên xwe cîh û gelek welatî amade bûn.
Ji mexdûrên Enfalê Halime Suleyman, ji bo Rûdawê gotiye ku tevî ew çend sal di ser enfalê de derbas bûne jî, êşa wan daneketiye û dewam kiriye:
“Heya em bimrin em ê vê felatekê ji bîr nekin. Ji xwe em mirin û ma paş me çi ma ye? Derbekî wisa li me xistin ku doktor jî nikarin me baş bikin.”
Ji mexdûrên Enfalê Fatma İbrahim bo Rûdawê ragihandiye ku roja mirovên wan xistine bin çav, wê rojê qet ji bîr nekiriye û gotiye:
“2 birayên min, bavê min, du kurmamên min û mamê min, 4 tiyên min (birayên zilamê min) û xezûrê min ji malên wan girtin û birin. Em, vê kiryarê qet ji bîr nakin.”
Rêvebirê giştî yê şehîdan û mexdûrên enfalan yê navça Soranê Kerîm Kawa ragihandiye ku ji bo malbatên enfalan karibin di salvegerê de herin ser gorên gorîvanan, merasimê rojekî berê kirine. Kawa gotiye:
“Ji ber malbatên mexdûrên Enfalê di roja felaketê de dixwazin herin seredana goristanê, me tercîh kir ku rojek berê, merasimê çêbikin. Em dixwazin ev êşa han ji aliyê nesla nûh de nê jibîrkirin.”
Rêvebirê Gorên Komkî Aram Nûrî ragihandiye ku ji bo xwe bigihînin naaşên kesên wendayî, xebat dewam dikin û weha dewam kiriye:
“Em bi tîma netewî ya Iraqê re, bi koordinasyon tevlî vekirina gorên komkî dibin. Ji bo pêvajoyê temam bikin xebatên me dewam dikin.”
Operasyona komkujiya Barzaniyan di sala 1983an de hatibû kirin, di operasyonê de 8 hezar Barzanî hatibûn girtin, belkî temamiya wan hatibûn şehîdkirin. Heya îro tenha cenazên 696 Barzaniyan birine Herêma Kurdistanê devera Barzan.
Herî dawiyê di sala 2022an de cesedên 100 Barzaniyan teslîmî malbatên wan kiribûn. Bi 8 hezar gorîvanên Barzaniyan re, di Enfalan de bi temamî 182 hezar Kurd hatibûn şehîdkirin.