Kurdistan
Di serê Heftanînê de 2 cerdevan hatin kustin
PeyamaKurd - Operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a di 15ê Hezîranê de, li herêma Heftanîn a Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin berdewam dike. Gelek cerdevanên Şirnex û Colemêrgê jî, beşdarî operayonê bûne û dem bi dem şerên dijwar li herêma operasyonê rû didin.
Li gor zanyariyan, di operasyona leşkerî ya li Heftanînê dewam dike, di 4ê Tebaxê de şer qewimî, 2 cerdevanên li ser nifûsa Hezexê qeydkirî bûn hatin kuştin û bi 5 cerdevanan re gelek leşker jî birîndar bûn.
Herwiha heya roja îro, li herêmê operasyon berdewam dike, gelek leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.