Di teqîna nav mala rêxistinê de zêdetirî 60 çekdar hatin kustin
PeyamaKurd – Li welatê Somalê di nav maleke rêxistina terorî Eş-Şebab a girêdayî El Qaîdeyê de, teqînek çêbû û di mala ku wekî cebilxane bû de herî kêm 60 endam û çekdarên rêxistinê hatin kuştin.
Li gorî ragihandina radyeya artêşa Somalê bûyer li bajaroka Ala-Futow a herêma Şabel a jêr rû daye û di teqîna ku çekdar û pisporên bombeyan jî li nav wê malê bûn de zêdetirî 60 kes hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku di mala navborî de 11 odeyên cuda hebûn û tê de bombe dihatin çêkirin.
Berpirsên leşkerî yên Somalê dane xuyakirin ku di nav kuştiyan de zarok û jinek jî hebûye û di nav çekdarên can dane de jî kesê bi navê Ahmed Şerîf ku ji Afganistanê hatiye jî hebû.
Tê gotin ku xaniyê Eş Şebabê ji aliyê artêşa Somalê ve hatiye teqandin ku 3 hefte ne operasyonên dijî rêxistinê berdewam dike û zêdetirî 100 milîtan bêbandor kirine.