Kurdistan
Dibe ku bi beyana Leyla Guven grevên birçîbûnê biqedin
PeyamaKurd- Li gelek deverên Kurdistanê û zîndanan de grevên birçîbûnê dewam dikin da tecrîda ser serokê PKKê Abdullah Öcalan rabe. Li gor ragihandina Rûdawê; dibe ku sibê beyana qedandina greva birçîbûnê ji aliyê parlementera Hekkariyê Leyla Guven de, bi rêya civîneka çapemeniyê bê ragihandin.
Li aliyê dinê dibe ku îzna seredana parêzerên Abdullah Öcalan bibe daîmî û siyasetmedar, rûsipî jî karibin seredana Îmraliyê bikin. Do parêzerên Öcalan Rezan Sarıca û Newroz Uysal çûbûn Îmraliyê seredan Öcalan lê piştî hevdîtinê ti agahî nehatibû dayîn.
Bi beyana Leyla Guven re dibe ku parêzerên Öcalan jî civîneka çapemeniyê lidarbixin û di mijara hevdîtina bi Öcalan re naverokê aşkera bikin. Piştî civîna çapemeniyê dê gelek tişt bên aşkerakirin.