Kurdistan
Dikandarê Efrînî ku nehist talana wî bikin hat kustin
PeyamaKurd – Dikandarekî Kurd li Efrînê, îro ji aliyê komên çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dikeve hat kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî dikandarê bi navê Ednan Reşîd li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kudistanê, li hember çekdarên ku hatibûn dikana wî talan bikin li ber xwe da û ji aliyê wan çekdaran ve hat gulebarankirin.
Hêjayî gotinê ye, bûyerên kuştin, dizî, talan û revandina Kurdên ku li piştî dagirkirina bajêr li wir mane berdewam dikin û roj nîne ku nûçeyên kuştin û revandinê belav nabin.