TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dîsa agir bi Bazara Lengeyê ket

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 08 nîsan 2024 12:30

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku vê sibehê careke din agir bi Bazara Lengeyê ketiye.

Bazara Lengeyê ku yek ji mezintirîn û dîrokîtirîn bazara Hewlêrê ye û di hundurê xwe de gellek dukanan dihewîne, beriya niha jî gellek caran bi şewatan hatibû rojevê.

Jederên herêmî ragihandin ku wekî her car şewata Bazara Lengeyê ku di derdora demjimêr 7:50yê sibê dest pê kiriye pir mezin e û her ku diçe mezintir dibe.

Her wiha ragihandin ku agir gihîştiye gellek dikanan û dengê teqînan tê.

jêderan ragihandin ku tîmên agirkuj ên sivîl û yên parastinê û her wiha asayîş û polîs jî beşdarî xebatên temartina agir bûne.

Herê nêzîk di 27ê Sibatê de jî agir bi Bazara Lengeyê ketibû û herî kêm 200 dikan şewitîbûn.

Parve bike: