TR KU SO
FB X
Kurdistan

“Divê em serê xwe li ser rewsa Kerkûkê biêsînin!”

📅 07 îlon 2018 02:04

PeyamaKurd - Berpirsekî Tevgera Goranê ragihand, heke Kurd çareyekê ji rewş û statûya Kerkûkê re nebînin metirsiya wê yekê heye ku derdek were serê Kerkûkê êdî tu carî neyê dermankirin!

Endamê civata niştimanî ya Gorranê Hekîm Ubêd ragihand, ku divê vê carê Kurd di parlamentoya Iraqê de hemû hêza xwe bikar bînin bo bicîhanîna madeya 140 ya Qanûna Esasî ya Iraqê bo çareyekê ji rewşa Kerkûkê re bibînin.

Hekîm Ubêd herwiha got, çimkî eger Kurd bi hawara Kerkûkê de neçin ez ditirsim derdek were serê Kerkûkê êdî tu carî neyê dermankirin!

Wî berpirsê Goran bang li partî û firaksyonên Kurdistanî kir li şûna ku bo bi dest anîna post û meqam şer bikin, bi hikûmet û aliyên Iraqî re li ser çarenivîsa Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin. Divê xem û derdê me ew be. Mafên hêzên Pêşmerge jî nabe bên jibîrkirin.

Hekîm Ubêd anî ziman ku eger daxwaziyên Kurdan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve neyên qebûlkirin divê Kurd tevlî hikûmetê nebin û got, ez dîsa dibêjim divê em serê xwe li ser rewşa Kerkûkê biêşînin, çimkî eger em bê Kerkûkê gavekî bavêjin ew gava me dê serkeftî nebe.

Parve bike: