TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Divê rêz li federalî û statuya Herêma Kurdistanê bê girtin’

Admin H
Nivîskar
📅 01 hezîran 2026 17:33

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Hezîranê li Hewlêrê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim Musenna Samerayî kir.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, gotûbêj derbarê rewşa giştî û guhertinên dawî û geşedanên proseya siyasî ya Iraqê de hatin kirin.

Hate diyarkirin ku her du alî li ser girîngiya piştgirîya hikûmeta federal li ser bingeha xizmetkirina hemû welatî û pêkhateyên Iraqê hevnêrîn bûn.

Herwiha di civînê de, tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê hat kirin ku bi awayekî rêz li sîstema federal û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê werin girtin.

Parve bike: