'Dixwazin Efrînê bikin cihê perwerdekirina terorîstan û bisînin welatan'
PeyamaKurd – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku li Rojavayê Kurdistanê PYD pêşengiya wê dike, bi daxuyaniyekê bal kişand ser kiryarên dermirovî yên li Efrînê rû didin û got, ku Tirkiye li Efrînê û herêmên dagirkirî sûcên şer û qirkirina etnîkî dike.
TEV-DEMê herwiha bang li civaka navdewletî jî ku êdî li hemberî ‘dagirkeriya Tirkiyê’ bêdeng nebin û li dijî wê rawestin.
Di daxuyaniya TEV-DEMê de hat gotin, daxuyaniyek ji raya giştî re derbarê kiryarên artêşa Tirkiyê ên li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî û bêdengiya navneteweyî beramberî van kiryaran de parve kir. TEV-DEM’ê bang li her kesî kir ku li pêşiya van sûcên ku dewleta Tirkiyê û terorîzma wê ya li Ewropa û Lîbyayê belav dike, bisekine.
Di daxuyaniya TEV-DEMê de, kiryarên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li Efrînê û herêmên din pêk tîne, hemû sînor derbas kirin, hemû kiryarên di qanûna navneteweyî de dikevin çarçoveya sûcên şer.
TEV-DEMê diyar kir, guhertina demografiyê li Efrînê û herêmên din di sînorekî de nemane, ew gihiştiye asta qirkirina etnîkî ku herêma Şehbayê dorpêç kir ku koçberên Efrînê di nava zehmetiyê de lê dijîn û tu rêxistinên navneteweyî alîkariyê nakin.
Di berdewamê hat destnîşan kirin ku Tirkiye hewl dide Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike, ev yek jî dagirkirina dewletekê li ser serdestiya dewleteke din e, herwiha bi guhertina demografiyê re jî ew sûcê şer li dijî mirovahiyê ye.
Li gorî TEVDEMê Tirkiyê plan dike ku bi navê îslamê, Efrînê bike dewleteke biçûk a terorê û cihê perwerdekirin û veguhestina terorê ji cîhanê re. Di heman demê de Efrînê bike kaxezeke danûstandinan bi gelek dewletan re, mîna Lîbyayê.
TEV-DEMê di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî kir, bi berpirsatiya xwe ya yasayî û ehlaqî rabin ku bi bêdengiya xwe dibin hevkarê sûcên şer.