TR KU SO
FB X
Kurdistan

Diyarbekir | Cenazeyê pitikekê di kontênêra çopê de hat dîtin

Admin L
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2021 17:57

PeyamaKurd – Cenazeyê pitikeke nû ji dayik bûye, li navçeya Rezan a Diyarbekirê, di kontênêra çopê de hat dîtin.

Li gor zanyariyan, li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Diyarbekirê, xebatkarên paqijiyê, cenazeyê pitikeke hê nû ji dayik bûye di kontênêra çopê de dîtin.

Komên tendurustiyê û polîs, piştî agahiyan çûn cihê bûyerê û cenazeyê pitikê ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbiyê. 

Herwiha, di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. 

Parve bike: