Kurdistan
Diyarbekir | Dadgeriyê îtiraza bo girtîmayîna 16 rojnamevanan red kir
PeyamaKurd – Parêzerên 16 rojnamevanên li Diyarbekirê hatibûn girtin, li 5emîn Dadgeriya Ceza ya Diyarbekirê îtîraza girtimayîna wan kirin ku dadgehê berdana 16 rojnamevanên 16ê Hezîranê hatibûn girtin red kir.
Parêzerên 16 rojnamevanên Kurd di 22ê Hezîrana 2022ê de ji bo Dadgeriya Ceza ya Diyarbekirê îtîraz kiribûn û ji dadgehê daxwaz kiribûn ku rojnamevan li derve bên darizandin. Dadgeriyê piştî 18 rojan îro 10ê Tîrmehê biryara xwe eşkere kir û îtîraza parêzeran red kir û biryara girtîmayîna wan rojnamevanan hat dayîn.
Di biryara Dadgeriyê de hatiye gotin ku ji ber delîlên bihêz hene ku sûc hatiye kirin îtiraza girtîmayînê hatiye redkirin.