TR KU SO
FB X
Kurdistan

Diyarbekir | Di êrîseke bi çekan de 2 kes birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 23 îlon 2023 18:28

PeyamaKurd – Li navçeya Rezan a parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê, do êrîşeke bi çekan de 2 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, do li Kolana Emek a li Taxa Mewlana Xalid a navçeya Rezan, hinek kesên nenas bi motorsîkletê çûn pêş kargehekê û gule lê reşandin.

Hat ragihandin, di encama êrîşê de kesên bi navê O.K. û S.G. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên Diyarbekirê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina êrîşkaran dest bi kar û xebatan kir.

Parve bike: