Doskî: Me qencî ji Baba Sêx dîtin, em gelek xembar in bi koça wî ya dawî
PeyamaKurd – Li ser wefata Baba Şêx Serokê Liqa Duhokê ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê Mele Ziyad Doskî xemgîniya xwe derbirî û got, ew gelek bi koça dawî ya Babe Şêx xemgîn bûne û got, em serxweşiyên xwe pêşkêşî Mîr Hazim Tehsîn Beg û xwişk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî yên li tevahiya cîhanê dikin.
Mele Ziyad Doskî bal kişand ser rola Babe Şêx a di civaka Kurdistanê de û diyar kir, Baba Şêx roleke bi bandor di pêkevjiyana pêkhateyan de hebû. Mele Ziyad Doskî got: “Ya me ji Baba Şêx bihîstî, ji bilî xêr û başiyê tiştek nebû. Ne tenê bi axavtin, lê bi kiryar kar bi pêkvejiyanê dikir.”
Herwiha Serokê Liqa Duhokê ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê destnîşan kir: “Babe Şêx tu ferq û cudahî di navbera ol û mezheban de nedikir û berdewam digot, divê em pêkvejiyana xwe nû bikin. Me qencî ji Baba Şêx dîtin, em gelek xembar in bi koça wî ya dawî”