Dozger pêwîstî bi dadgehkirina doza kustina keça 13 salî nedît: 'Endama rêxistinê' bû!
PeyamaKurd – Dosyeya doza kuştina keça 13 salî Fatma Elarslan ku dema şer û bûyerên xendekan, li navçeya Hezexê ya Şirnexê piştî qedexeya 20 rojan a derketina derve 7ê Adara 2016an mirî hatibû dîtin, ji aliyê dozger ve hewceyî darizandinê nehat dîtin.
Dozger dosyeya doza kuştina Fatma Elarslan girt û pêwîstî bi dadgehkirinê nedît ku li ser îfadeya şahidên veşarî keçika 13 salî wekî endama rêxistinê hatibû nîşandan.
Dozgerê ku pêdivî bi vekirina dozê nedîtiye û dosya girtiye, di vê biryara xwe de gotiye, bedena Elarslan li qada vekirî ya navçeyê tevî 9 kesan hatiye dîtin û di otopisyê de jî diyar bûye Elarslan bi çekê birîndar bûye û sedema wê jî teqîna muhîmmatê ye.
Dozger herwiha gotiye, guleya ku Elarslan kuştiye ji kijan çekê derketiye ne diyar e û li ser îfadeya şahidê veşarî jî Elraslan wekî endama rêxistinê hatiye nîşandan.
Dozger îfadeya şahida nepen a bi kodê “Hilal” esas girt û îdia kir ku Elarslan bi polîsan re şer kiriye û di şer de jiyana xwe ji dest daye. Dozger herwiha dibêje, Elarslan di dema rêveberiya xweser a Hezexê de xebatên şerê çekdarî dikir û leşker û polîsan jî fermana bo wan hatiye dayîn bicih anîne û li gorî hiqûqê tevgeriya ne.
Parêzerê malbata Elarslan Veysel Vesek jî li li dijî biryara dozger serî li Dadgerê Cezayê Sulhê yê Şirnexê da û îtîraz kir û got, zarokek 13 salî nabe bibe "endama rêxistinê" û li cihê ku cenaze lê hatiye dîtin şer tune ye.
Parêzer Vesek daye xuyakirin ku qebûlkirina "Endamtiya rêxistinê" ya Elarslan li dijî pîvan û peymana Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) û Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye û li derveyî hiqûqê ye.
Hekîmê Cezayê Sulhê ji îtiraza parêzer red kiriye û biryara dozger esas girtiye ku ew doza ser kuştina zaroka 13 salî hatiye girtin.
Li aliyê din dema bûyerên xendekan di sala 2016an de, rêxistina bi navê Yekîtiya Parastina Sivîl (YPS) ku bi ser PKKê ve bûn, li ser malpera xwe wêneyê Fatma Elarslan bi nasnavê Ronahî belav kiriye û wekî şehîdê şerê xendekan pênase kiriye.