TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dr. Ebdulletîf Resîd bû serokomarê nû yê Iraqê

Admin H
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2022 22:23

PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê, piştî ku salek bi ser hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê de derbas bûn, îro 13ê Cotmeha 2022yan ji bo hilbiajrtina serokomarê nû yê Iraqê ji bo dengdanê civiya. Di gera duyem a dengdanê de Dr. Ebdulletîf Reşîd wekî serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin.

Piştî ku PDKê îro namzedê xwe yê bo posta serokomariyê Rêber Ehmed vekişand, ji bilî 39 namzedan hilbijartin di navbera du namzedên sereke Berhem Salih û  Ebdulletîf Reşîd ku herdu jî ji YNKê ne de, birêve çû.

Di gera yekem a dengdanê de, 277 parlamenteran amadehî kir û dengên xwe bikar anîn.

 Ebdulletîf Reşîd ku PDK jî piştgiriya xwe bo wî eşkere kiribû di gera yekem de 157 deng wergirtin û Berhem Salih jî 99 deng wergirtin ku ji ber ti namzedekî ji sisiyan duduyê dengan bi dest nexist, hilbijartin derbasî gera duyem bû.

Di gera duyem de Dr. Ebdulletîf Reşîd bi piraniya dengan wekî serokomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin. 

Bi diyarbûna serokomarê nû yê Iraqê re, tê çaverêkirin hewldanên bo avakirina hikûmeta Iraqê ya nû bi awayekî yasayî dest pê bikin û serokomar namzedê serokwezîriyê û aliyên siyasî bo avakirina hikûmetê erkdar bike.

Kurtejiyana serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd:

Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd, di sala 1944an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di sala 1968an de, li Zankoya Liverpoolê beşa endezyariya şaristaniyê xwendiye û sala 1976an jî li Zankoya Manchesterê doktora kiriye.

Reşîd li Yemenê û Erebistana Siûdiyê rêveberê projeya xurek û cotkariyê FAO û Endamê Encûmena Rêveber a Kongreya Nîştimanî ya Iraqê (INC) bû.

Letîf Reşîd, di sala 1986an de nûnertiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê yê Brîtanyayê kiriye û di sala 2004an de jî Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê bû.

Parve bike: