TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Dr. Necmedîn Kerîm sax e û tenduristiya wî bas e’

Admin H
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2020 22:09

PeyamaKurd - Berpirsê Nivîsgeha parêzgarê rewa yê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm, Neşwan Celal li ser nûçe û îdiayên derbarê wefata Necmedîn Kerîm de hatine belavkirin,  got, ew nûçe ne rast in Dr. Necmedîn Kerîm sax e.

Berpirsê Nivîsgeha Dr. Necmeddîn Kerîm, Neşwan Celal ji BasNewsê re axiviye û eşkere kiriye ku ew îdîayên koça dawî ya Dr. Necmeddîn Kerîm ne rast in.

Neşwan Celal daye zanîn ku Dr. Necmedîn Kerîm li Amerîkayê çareseriya pizîşkî werdigire û rewşa tenduristiya wî baş e.

Dr. Necmeddîn Kerîm sala 1949an li taxa Reşîdawe ya Kerkûkê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navendî li Kerkûkê temam kiriye. Di sala 1971an de lîsansa doktorayê ji Zankoya Mûsilê wergirtiye û 1972an de jî bûye Pêşmerge.

Kerîm di sala 1976an de pizîşkiya Nemir Mela Mistefa Barzanî kiriye û piştre li Amerîkayê bûye pisporê nexweşiyên dil û demar û li Zankoya Georg Washington  xwendiye.

Dr. Necmedîn Kerîm, sala 2009an vegeriya Herêma Kurdistanê û bû endamê mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku ji sala 2011an heta xiyaneta16ê Cotmeha 2017an, parêzgariya Kerkûkê kir.

Kerîm hîn jî weke parêzgarê meşrû yê Kerkûkê ye, lê rejima Iraqê li cihê Dr. Necmedîn Kerîm, Rakan Cibûrî ku erebekî şoven ê sunne mezheb e weke parêzgar tayîn kiriye.

Parve bike: