TR KU SO
FB X
Kurdistan

Dronek li taxa Karizan a Hewlêrê ket: Jineke 70 salî bi mûcîzeyekê rizgar bû

Admin İ
Edîtor
📅 03 nîsan 2026 14:10

PeyamaKurd - Îro danê sibê nêzîkî saet 06:20an, balafireke bêpîlot (drone) li taxa Karizan a bajarê Hewlêrê rasterast li xaniyekî sivîl ket.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, xaniyê ku dron lê ketiye aîdî jineke 70 salî ye. Ji ber ku jina pîr di dema êrîşê de li mala kurê xwe bû, tu ziyanên canî çênebûn, lê xanî bi giranî wêran bû.

Hêza teqînê bû sedema hilweşîna banê xanî û şikestina paceyên xaniyên cîran. Hat ragihandin ku dronê ji aliyê başûr ve bi nizimî firiyaye û pergalên parastina hewayî nekarîne wê rawestînin.

Ev cara sêyemîn re ku taxa Karizanê dibe armanca dronan û ji 28ê Sibatê ve heta niha li seranserê Herêma Kurdistanê zêdetirî 600 êrîşên bi vî rengî hatine tomarkirin.

Parve bike: