TR KU SO
FB X
Kurdistan

Du grûb lihev xistin: 1 kustî û 7 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 11 cotmeh 2020 03:26

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê li ser mesela bazirganiya dayîn û sitendinê, munaqeşe derket û di encamê de bi sîlihan lihev xistin. Bûyer li nava bajêr li taxa Peyasê li ser rêya Selahaddînî Eyûbî di dukkana ku karê elektrîkê dikin de çêbû.

Xwediyê dukkanê Abdulkadir Avcı giran birîndar bû û tîmên tenduristiyê wî birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da. Tedawiya her 7 kesên din dewam dike. Polîs temamê alavên ku di bûyerê de bikaranîne kom kir û birin beşa krîmînalê.

Parve bike: