Kurdistan
Du grûb pevçûn: kesekî hat kustin û 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Sûrê li taxa Îskenderpaşayê li kolana Înönüyê 2 grûbên ku navbera wan xweş nînbû, leqayê hev hatin û li hev xistin. Di encamê de kesekî mir û 3 kes birîndar bûn. Li ser bûyerê kesekî xistin binçav.
Di bûyerê de alavên destî û çek bikaranîn. Tîmên tenduristiyê yên 112an mudaxeleyê birîndaran kir û paşî wan şandin nexweşxanên li bajêr.
Kesê ku polîs wî xist binçav, niha li asayîşê îfadên wî tên sitendin.