TR KU SO
FB X
Kurdistan

Du malbat pevçûn,1 kustî û 4 birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 17 hezîran 2020 02:06

PeyamaKurd- Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Rihayê li gundê Ûçiqê yê bi ser navçeya Xelîliyê, di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de kesekî bi navê Sînan B. hat kuştin û 4 kesên bi navên Abdulhamît B, Halîl B, Hasan C û Cennet Z. Birîndar bûn.

Sedema pevçûnê weka rêya derbasbûna nava ziviyan hat nîşandan û her dû malbat mirovên hevin jî. Di dema berdana çekan de gule li gelek xanî û erebeyên gundiyan ketine û zerar gihaye malen wan.

Lêpirsîna li ser bûyerê ji aliyê hêzên asayîşê de dewam dike.

Parve bike: