TR KU SO
FB X
Kurdistan

Du malbatên mirovên hev, di dawetê de li hev xistin: 1 mirî û 1 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 21 hezîran 2024 03:00

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Battalgaziyê di dawetekî de du malbatên ku mirovên hev bûn, pevçûn û di encamê de bav hat kuştin û kurê wî giran birîndar bû.

Bûyer li dora 20.15an de çêbû. Her dû malbat ewilî munaqeşe kirin û munaqeşe bû pevçûna çekdarî. Di encamê de kesê bi navê Abdullah Kazıcı û kurê wî xebatkarê leşkerî A.K. birîndar bûn.

Kujer, reviya û tîmên polîsan çûn ciyê bûyerê. Bav û kur birin nexweşxana Turgut Özal. Abdullah Kazıcı li wê derê can da. Xebatkarê leşkerî A.K. birîna wî xedare.

Gumanbarê bûyerê R.K. bi alava ku pê bûyerê kiriye hat girtin.

Parve bike: