TR KU SO
FB X
Kurdistan

Du malbatên mirovên hev şer kirin: 2 kes mirin û 7 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 28 gulan 2026 19:40

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) li gundê Resm Erebî (Ilıcakê) bi sedema dora rêdanê di navbera du malbatan de şer derket, bi demançe, dar û keviran li hev xistin. Di encamê de Abdullah Kılınç (29) û Doğan Baday (35) jiyana xwe ji dest dan û 7 kes birîndar bûn.

Ji ber du malbat rê nedan hev, di navbera wan de pevçûn derket û li hev xistin. Di şer de 9 kes birîndar bûn û cendirme û tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxaneyan.

2 kesên ku navên wan li jorê derbas bûn li nexweşxanê mirin. Dermankirina birîndarên din li nexweşxanan dewam dike. Cenazên miriyan birin morga nexweşxanê ji bo otopsiyê.

Parve bike: