TR KU SO
FB X
Kurdistan

Du mosek li bajarokekî Enbarê ketin

📅 31 adar 2020 16:22

PeyamaKurd - Du moşek li bajarokekî parêzgeha Enbar ya Iraqê ketin.

Îro danê sibê du moşek li nêzîkî bajarokê Hît li parêzgeha Enbar ya Iraqê ketin û teqiyan.

Tê gotin ku di wê êrişa mûşekî de tiştek bi ti kesî nehatiye lê heya niha nayê zanîn ew moşek ji aliyê kê ve û çima hatine avêtin.

Bajarokê Hît dikeve başûrê baregeha Amerîkî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbar ya Iraqê.

Parve bike: