TR KU SO
FB X
Kurdistan

Duhok | Hemû nexwes bas bûn, 330 kes di karantînayê de ne

Admin H
Nivîskar
📅 20 gulan 2020 19:44

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Duhokê ragihand, tevahiya nexweşên Koronayê baş bûne û hîn 330 kes jî di karantînayê de ne.

Berdevkê tenduristiya Duhokê, Hemze Rezîkî daye xuyakirin ku heta niha jî karantînakirina welatiyan a ji ber vîrusa koronayê didome û niha tenê 330 kes di karantînayê de mane ku ew jî piranî kesên ji derveyî Kurdistanê tên in.

Berdevkê tenduristiya Duhokê dibêje, ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê ve heta niha 4 hezar û 89 kes hatine karantînekirin, 3 hezar û 759 kes ji wan ji karantîneyê derketine û çûne malên xwe.

Li gorî amaran bi giştî 19 kes li Duhokê bi vîrusa koronayê ketibûn û tevahiya wan nexweyan baş bûne û çûne malên xwe.

Parve bike: