Ecac Tirkrîtî navê gelek efserên jenosîda Kurdan kirine da dadgehê
PeyamaKurd - Parêzerê qurbaniyên Enfalê yê di dosyeya Ecac de Eyad Kakeyî eşkere kir ku tawanbar Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî (Ubeydî) di îtirafên xwe de navê gelek efserên berê yên artêşa Iraqê daye ku destê wan di jenosîda Kurdan de hebûye.
Kakeyî ragihand ku Ecac li ser wergirtina 3 hezar Kurdên enfalbûyî yên li Kela Nugreselmanê mikur hatiye û got: "Ji van 3 hezar kesî, beşek hatine şehîdkirin, çarenivîsa beşekî hîn ne diyar e û tenê hejmareke kêm ji wan rizgar bûne."
Li ser van îtirafan, niha aliyên pêwendîdar di qonaxa lêpirsîn û lêgerînê de ne daku wan efserên berê yên serdemê Beasê bibînin û wan jî derxin pêşberî dadgehê.
Li gorî nûçeya Rûdawê parêzer Kakeyî derbarê rewşa dawî ya dosyeyê de daye zanîn ku kar û barên hiqûqî yên li dadgehê bi dawî bûne û di van rojan de dê biryar pêşkêşî Serokkomarê Iraqê were kirin daku biryara dawî were îmzekirin.
Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê di 14ê Gulana 2026an de, cezayê bidarvekirinê li Ecac Tikrîtî tawanbarî birîbû ku di dîroka Enfalê de wekî yek ji navên "herî hov" tê naskirin.